Stenbol: Roja Anarşîst / Queer / Vegan (11Nisan 2015)

11079571_869261119779075_4341876826516062320_nRoja Anarşîst / queer (Kûîr) / Vegan.
Rojek hevgirtinê ye ku ew roj kesên anarşîst an jî otonomên ku rengdêrên cuda bikar tînin ji bo rojekê be jî dikarin bên cem hev, hev nas bikin, zanîna xwe bi hev re parve bikin, kêfa xwe bikin, xwarina xwe bi hev re parve bikin û tev bi hev re dest bi çalakiyê bikin.

Em dîsa fam dikin ku li kolanên êrîş û tundiya dewlet û polîsan, nijadperest-faşîst, homo/transfobîk, heteroseksîst û cureparêzî govendê digrin em ne bi tenê ne û bi hev re hêza me bêtir e ew roj.

Roja ku em ê aşkare bikin ku li dijî polîtîkayên mixalefeta ku me û dewletê di ajandayên xwe de wek fîguran dixwaze bikar bîne em bi îlke û sekna xwe ya anarşîst dikarin bisekinin.

Ew roj em ê bi girtiyên anarşîst, vegan, vejetaryen, kûîr û siyasî yên dewleta ku di êvara makezagonên nû yên pêkutiyê de ye û pir ji wan ditirse re piştevanî bikin.

Ev roj di pêvajoya têkoşîna li hember dewlet, kapîtalîzm û hemû pergala zordestiya sazkirî de dê hêmana “Tu bike” bi “Em bikin” re bê guhertin.

Ev roj dê anarşîstên xweyîrengdêrên cuda diyar bikin dikarin bêyî ku bibin sedema afirîna hiyerarşiyek pirsgirêkan dest bi tiştekî bikin.

Ev roj em ê nîşan bidin ku Anarşî ne xeritandin û qedandin e, piştgirî û piştevanî ye. Di nav xwe de, bi cînaran re, bi nasan re, bi penaberan re…

Em ê diyar bikin ku ji bo piştevanî, alîkarî û şerê bi tevahî li hember pergalê em hewceyî rêxistinên mezin ên hiyerarşîk an jî sekter ku xeyalên wan ên şoreşê hene nakin.

Ew roj e ku em ê li hember dewleta faşîst ku dixwaze me bi pakêtên ewlehiyan têk bibe , li hem kesên ji bo hilbijartinên di nêz de ji alternatîfên serdestan alternatîf derdixin û dîsa bi heman derewî derdikevin pêşiya me dengê xwe bilind bikin.

Ew roj em ê bi dengekî bilind biqîrin ku wek hemû hilbijartinên din ên hikûmetê ev hilbijartin jî ne ya me, me serhildan û têkbirina parlemento û hemû pergalên navendî hilbijartiye.

Ew roj em ê têkoşîna Anarşîst mezin bikin û ji bo pergalê bikin wek tehdît.

Bi van hestan di 11 Nîsan 2015’an de saet ji 14:00’an heta 23:00’ê li Meydana Mehmet Ayvalitaş em dixwazin hev bibinînin û van tiştan pêk bînin:

• Stand: Kes an jî komên anarşîst çap û belavokên xwe dikarin di stadên xwe de bifiroşin.

• Atolye: Ji bo parvekirina zanîna pratîk û jêhatinan her kes dikare atolyeya xwe veke. Ji bo me di şoreşa civakî de hînkirina kar an jî jêhatinekê bêyî pirskirina ji hoste û pisporan bi hêmana “Tu bi xwe çêke” nebe kêmasiyek pir qewîn e.

o Deq û rasta
o Atolyeya çapê
o Tamîra bisqilêtan
o Çêkirina sabûn/deterjanê
o Jêkirina/kurkirina por
o Atolyeya boyaxkirî ya dartê: Li hember faşîst, kujer, nijadperest, seksîst û kesên homo/transfobîkan em ji bo niha bi boyaxê bertek nîşan bidin!
o Xweoarastin û hunerên şer
o Ji bo zarokan Anarşî
• Muzîk û performans: Muzîkjenên kolanî dikarin bi platforma biçûk a dengî muzîka xwe çêkin.
• Nîşandayîna Fîlman: Bi saya projeksiyonê fîlm, vîdyoyên kurt û dîmen dikarin bên nîşandan..
• Li dijî bombeyan sifre: Em dikarin li ser sifreya hevalan ya ku li dijî çanda edemkirinê ya kapîtalîzmê bêyî pere û zirardayîna heywanan bi xwarin û bermahiyên ji bazaran, market û fêkîfiroşan berhevkirî hatiye danîn zikê xwe têr bikin. Kesên bixeazin dikarin bi xwe re jî xwarin bînin.
• Bazara Guhertinê: Di vê bazarê de beranber an jî yekalî, alîkarî, piştgirî û diyarîdayîn heye û her tişt belaş e.
• Standa Piştevaniya Penaberî: Hevalên mw yên Binxetî dê bi bingeha veganê xwarinên xwe yên xwemalî bi me re parve bikin.
• Kursiyê Aşkere: Qada ku her kes dikare hestê xwe parve bike û li ser mijarên rojane biaxive û şîrove bike.
• Ji İç-mihrakê ji bo kûîr û azadiya heywanan pêşangeha stickerê.
• Maseya Piştevaniya bi girtiyên siyasî re.

Kesên ku bi dewletê re, bi kapîtalîzmê re, bi sînoran re, bi polîsan re, bi pakêtên ewlehiyê re, bi hilbijartinan re, bi komkujiya endustriyel re, bi homo/transfobîkan re bi tundiyê re, bi destavêtin û destdirêjiyan re, bi komkujî û tevkuştinên heywanan re, bi kemînên muxalefetê re, bi faşîzma rêxistinê re, bi hemû saziyên pêkutî ên navendî û navxweyî re, bi demokrasiyê re di nav şer de nebi giştî vexwendî …11 Nîsan 2015’an de saet di14:00’an li Meydana Mehmet Ayvalitaş (Kadıkoy) em li benda wan in.

NÎŞE 1: Ev, ji bo çalakiyê pêşnumeyek/mînakek e. Dê bi saya başdarvanan bi rêk û pêk bibe. Kesên dixwazin tiştine nû, rengine din di çalakiyê de hebin bila bi me re têkilî deynin.

NÎŞE 2: Komên ku dixwazin bi pergala dengî ya me yî biçûk muzîka zindî li dar bixin, ji bo kesên dixwazin stand vekin û atolyeyan saz bikin agahiyên me yên têkiliyê ev in:

e-mail: anarkoqueervegan@gmail.com

Werger; înîsîyatifa Alozî0

Facebook event

ITALIAN

TÜRKÇE-ENGLISH

GREEK

20150311021451

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

*

code